Bandora pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê li ser Kurdên Rojava
Tirkiyê bizava wê yekê dike ku piştevaniya diblomasî ya Rûsiya bo partiya PYDê li ser asta navdewletî rawestîne
K24-Navenda Nûçeyan
Rûsiya û Tirkiyê rûpeleke nû ji têkiliyên diblomasî vedekin. Di derbarê vê mijarê de Hevserokê Partiya PYDê amaje bi wê yekê dike ku nêzîkbûna Rûsiya û Tirkiyê ti bandora xwe li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê nake.
Hevserokê PYDê Salih Mislim ji K24ê re wiha got:
’’Ez texmîn nakim ku berpirsên Tirkiya û Rûsyayê zû li hevbikin ji ber ku pirsgirêkên siyasî di navbera wan de gelekî kûr in vedgerin sedê salan , pêdiviya vejînkirina têkîliyên herdû welatan bi demê heye ’’
Ji destpêka şerê Sûriyê ve Rûsiyayê Tirkiyê bi biştevaniya girûpên tûndirw li parêzgehên Heleb û Idlibê tohmetbar dikir, berovajî vê yekê jî gelek tîbîniyên Tirkiyê li ser beşdariya firokeyên Rûsî di şerê Sûriyê de hebûn,
Loma li gor hin serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ne pêşbîne ku Rûsiya û Tirkiyê bighêjin rêkefteneke hevbeş derbarê çareyeke siyasî gûncaw li Sûriyê .
Ji Bilî vê yekê têghaştinên hevbeş di navbera Amrîka û Rûsiyayê de derbarê şerê Sûriyê heye, eger heye ev têghaştinên veşartî li kongira Cenêvê aşkire bibin.
derbarê vê mijarê Serokê ENKSê Iibrahîm Biro ji K24ê re wiha got:’’ Di baweriya min de , vejînkirina peywendiyên Rûsiya û Tirkiyê ne lidijî berjewendiyên gelê kurd e, pêwîste em jî wek kurd têkîliyên xwe ligel dewletan bi hêzbikin û nabe ku her hevdîtinek di navbera du welatan de de çê bibe em bêjin ev pîlaneke li dijî me ye’’
ligor çavdêran di demekê de ku doseya Sûriyê ketiye destê Rûsiyayê de, serkirdeyên Tirkiyê bizava wê yekê dikin ku piştevaniya diblomasî ya ku Rûsiya ji bo partiya PYDê li ser asta navdewletî pêşkêş dike rawestîne,
Tirkiyê dê bi hemû aweyan kar bike ta ku ezmûna herêma Kurdistana Iraqê li deverên kurdnişîn di nava Sûriyê de dûbare nebe.