Li Qamişlo kesên ku ziyan ji teqînê giheştiye wan dê werin qerebûkirin

Komîteyek ji endezyaran hatiye damezrandin.

 

K24-Qamişlo

Di çarçoveya qerebûkirina xelkên ku ziyan ji teqîna Qamişlo gehişte malên wan, komîteyek ji endezyarên avahiyê ku ji aliyê şaredariya bajarê Qamişlo hatine destnîşan kirin hatiye damezrandin, ew komît dê serdana kolan û malên taxa Xerbî dike û hemû cûreyên ziyanan tomardikin.

Berpirsên komîteyê eşkere dikin ku piştî teqîna Qamişlo bi 2 rojan wan dest bi karê xwe kiriye û di demeke nêzîk de dê hemû encamên amaran radestî şaredariya Qamişlo bikin daku ew jî ji aliyê xwe ve dest bi pêngava çareserî û qerebûkirinê bikin.
Xelkên taxa Xerbî biryara şaredariya Qamişlo bo qerebûkirina xelkê bi gaveke balkêş dinerx'nin, lê ji aliyekî din ve gûmanên xwe tînin zimên ku gelo ta çi radeyê ev komît dê di karê xwe de pispor be, herwiha tekez dikin ku nebûna hin cûreyên din ji pisporiyê di komîtê de karê wê dê lawaz bike û gelek dem dê derbas bibe ta xelk bêne qerebûlkirin yan jî nûjenkirinên guncaw bo wan bêne dayîn.
Di 27'ê meha bûrî de û di encama teqîneke dijwar de bi dehan mal û avahî li taxa Xerbî hatne wêrankirin ji bilî dehên şehîd û birîndaran, li gorî hin pisporan gelek avahî divabin ji nû ve ava bibin, hin din jî pêwîstiya wan bi nûjenkirineke mezin heye û ev yek xerçkiriyên bilind jêre pêwîste, heye bo vê yekê jî pêngava qerebûkirinê dereng bikeve.