Li Yemenê 3 hezar û 700 kes heta niha hatine kuştin

6 hezar û 500 kesên din jî birîndar bûne.

K24-Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekbûyî ragehand ku li Yemenê ji Adara 2015an ve hata niha 3 hezar û 700 kes hatine kuştin û 6 hezar û 500 kesên din jî birîndar bûne.

Derbarê amarên nû yên kuştiyên şerê Yemenê Berdevka fermî ya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan li Cenêvê Rafîna Şamdasanî di kongiriyekî rojnamevanî de da zanîn ku hejmara qurbaniyê kirîza Yemenê giheştiye 10 hezar û 270 kesan.

Li gor daxuyaniya Berdevka NY  3 hezar û 700 kes hatine kuştin û 6 hezar û 500 kesên din jî birîndarbûne.

Herwiha aşkere kir ku hejmara qurbaniyan di zêdebûnê de ye, taybet di van heftiyên borî de.

Şamdasanî hemû aliyên kirîzê tometbar kir, lê bihtir Hosiyên Yemenê barê herî zêde ji kirîza wî welatî tometbarkir.

Di 21 Nîsana borî de welatê Kuwêtê danûstandinê aştiyê di navbera her du aliyan de vedhewîne, ew jî bi serperştiya Nûnerê NY Ismaîl Weled El-Şêx lê heta niha ew kirîz nehatiye çareserkirin.