Baluken: HDP bi tenê tê hiştin û rastî êrîşan tê

Baluken da zanîn ku Erdogan û AKPê xwe ji şerekê naxweyî re amade dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken nerazîbûn xwe ji dervehiştin û tenêhiştina HDPê  û êrşên li himberî wê tên kirin nîşanda.

Derbarê vê babetê Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken di daxuyaniyekê de nerazîbûn xwe ji dervehiştin û tenêhiştina HDPê nîşanda herwiha derbarê zext û êrîşên li hemberî rêxistinên HDPê da.

Baluken di daxuyaniya xwe ya li parlamentoyê wiha got: "Bi êrîşên li ser HDPê, li hemberî Kurd û Elewiyan û hemû bawerî û pêkhateyên civakî yên ku bi tenê hatine hiştin, dibe armanca polîtîkayên Erdogan û hikûmeta AKPê yên milîtarîst. Feraseta Erdogan û darbekaran yek e. Niha AKP, CHP û MHP bi qesrê tên girêdan û blokeke mîlîtarîst tê avakirin"

Baluken da zanîn ku Erdogan û AKPê hewla darbeyî ya 15ê Tîrmehê bi kar tînin û ji bo bingeha şerekê naxweyî amade bikin hewl didin. Îdrîs Baluken nerazîbûn nîşanî girtina endamên partiya xwe jî da û wiha got: "Li Erzeromê 57 hevalên me ev 10 roj in bibçavkirîne. Hevalên me wek rehîneyan têne girtin."