Hûrkarî yên hêriş Daişê bo ser hêz a Pêşmerge

Daişê hêriş kir ser çeper ên Pêşmergeyan li sinûr ê gund ên ser bi bajarok a Xurmatû, lê hêz a Pêşmerge ew hêriş a Daişê têkşikand û fermanar ên serbazî jî dibêjin: Daişê di evê hêrişê de bi dehan çîekdar ên Daişê hatîne kuştin û birîndarbûn û bi otombîl ên xwekuj hatîne û armanc a wan ew bûye ku wan çeperan kontirol bikin, lê nekarîn û hatin têkşikandin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/853cafc3-06da-4b4d-b2b6-839b4754e24a/TekshkaniHershiDaish.ism/manifest

K24- Xurmato

Daişê hêriş kir ser çeper ên Pêşmergeyan li sinûr ê gund ên ser bi bajarok a Xurmatû, lê hêz a Pêşmerge ew hêriş a Daişê têkşikand û fermanar ên serbazî jî dibêjin: Daişê di evê hêrişê de bi dehan çîekdar ên Daişê hatîne kuştin û birîndarbûn û bi otombîl ên xwekuj hatîne û armanc a wan ew bûye ku wan çeperan kontirol bikin, lê nekarîn û hatin têkşikandin.

Ew zanyarî yên bi dest me kevtîne behs a wê yekê dikin ku Daişê li sê alîyan hêrişek aberfireh kiribûn ser deverê, lê hatin têkşikandin ji alî yê hêz  a Pêşmerge ve û nekarîn pêşve bihên. Dem a em gehiştîn wir şerr nemabû, tenê paşma yên Daişê mabûn.

Wek Pêşmerge dibêjin: Daişê mebest bû ala ya xwe ya reş li ser van çeperan hil bide û vir dagîr bike, lê hêz ên Pêşmerge pîlan a Daişê têkişikand, û çeper zêdetir hatin tund kirin. Pêşmerge jî dibêjin Daişê gelek caran li vir bext ê xwe bi şikestê taqîkirine.