Nûnerê Obama Brêt Mckorg li Hewlêrê ye

Mckorg zanîn ku ew, dê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re li ser operasyona Mûsilê û pirsa koçberên Mûsilê gotûbêj bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de, Brêt Mckorg gihîşt Herêma Kurdistan.

Derbarê vê yekê Nûnerê Obama di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de, Brêt Mckorg îro, li ser twîttera xwe daxuyaniyek belavkiribû, tê de wiha nivîsîbû: “Ez niha li Hewlêrê me”.

Mckorg zanîn ku ew, dê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re li ser operasyona Mûsilê û pirsa koçberên Mûsilê gotûbêj bike.

Berî niha Nûnerê Obama di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê, li 10ê Tebaxa îsal çûbû Bexdayê û bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û rayedarên din ên Iraqê re hevdîtin pêkanînûn

 

Fly Erbil Advertisment