Salih: Xwepêşandanan bo rizgarkirina Serokê ENKSê dikin
Asayişa Qamişlo Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) Îbrahîm Biro li nava bajarê Qamişlo binçav kirin. Serkirdeyekî PYK jî dibêje, bo rizgarkirina Serokê ENKSê ji sibe ve dest bi xwepêşandanan dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Qamişlo Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) Îbrahîm Biro li nava bajarê Qamişlo binçav kirin. Serkirdeyekî PYK jî dibêje, bo rizgarkirina Serokê ENKSê ji sibe ve dest bi xwepêşandanan dikin.
Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiyê Kurd li Sûriyê (PYK) Hesen Salih derbarê girtina Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji aliyê Asayişa Qamişlo de ji K24ê ragihand ku, Biro û çend serkirdeyên PYK Enwer Naso, Ebdilîlah Ocê û Silêman Oso bi hev re bûn, dema li kolana Şaredariya Qamişlo bûn, Asayişa Qamişlo Serokê ENKSê Îbrahîm Biro girtin.
Salih diyar kir, du otombêlên Asayişa Qamişlo hatin bi Biro re gotin, ku ew ji aliyê Asayişê ve tê xwastin û Asayişê ew kirin otombêlekê û birin.
Hesen got jî, ku ew otombêla Asayişa Qamişlo Biro heta nêzîkî Asayişa Giştî birin, lê ji wir ve berve cihekî nediyar ve birin.
Hesen amaje bi wê yekê kir ku, ewê ji sibe ve dest bi xwepêşandanan li dijî kiryarên Rêveberiya Xweser bikin. Herwiha dê pêwendiyê bi aliyên navdewletî bikin da ku ev kiryar bêne rawestandin.