Operasyona Hêzên pêşmerge dest pê kir

Operasyon bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêve diçe.

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li mihwerê Xazir û Giwêr  îro, danê sibehê dest bi operasyonekê li dijî DAIŞê kirin.

Operasyona ku îro li her du mihwerê Xazir û Giwêr dest pêkirî ji aliyê Hêzên pêşmege bi serperşiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêve diçe.Herwiha pêşmerge di pêşveçûnên xwe de berdewam in.

Di operasyonê de firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî  ya li dijî DAIŞê jî beşdarin û piştevaniya hêzên pêşmerge dikin.

K24ê bi berdewamî serkeftinên pêşmerge dişopîne û zanyariyên şer bo bîner û bîserê xwe vedguhêze.