Hêzên pêşmerge di pêşveçûnên xwe de berdewam in
Bi 5K.m pêşmerge pêşve çûne
K24-Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya operasyona Hêzên Pêşmerge li her du mihwerên Xazir û Giwêr bi serperiştiya Serokê Heêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku îro danê sibehê dest pê kirî pêşmerge karîn 5 K.m pêşve biçin û her du gundê Qerqeşe û Ebzex ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bikin, herwiha du otombîlên wan jî bi teqînin.
Peyamnêrê K24ê li gundê Qerqeşe ragehand ku berevaniya çekdarên DAIŞê kême û Hêzên Pêşmerge bi awayeke bilankirî bi rêve diçin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn ku piştî kontirolkirina gund û navçeyan tîmên pûçkirina bombe dest bi paqijkirina gund û cadeyan ji mayînan kirin.