Serokê ENKS Ibrahîm Biro ji sînorê Rojava hate derkirin
Piştî rojekê ji girtina wî ew avêtin derveyî sînor.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro piştî ku duh ji aliyê Asayîşa Qamişlo ve hate girtin îro danê sibehê ew derkirin pişt sînorê.
Derbarê vê yekê Endamên Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Cedan Elî di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragehand ku, îro danê sibehê Serokê Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS)Ibrahîm Biro ji aliyê Asayîşa Rojava ve hate derkirin û niha li aliyê başûrê Kurdistanê ye.
Tê zanîn ku Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro ligel çend hevalên partiya wî hatibûn girtin, pêştî wê bi demekê hevalên wî hatin berdan lê Biro ji aliyê Asayîşê ve mabû girtin.