Agahiyên nû li ser Operasyona Pêşmerge aşkere bûn
Ji aliyê Rêveberê Giştî yê Asayîşa Hewlêrê aşker bûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Rêveberê Giştî yê Asayîşa Hewlêr Tariq Nûrî zanyariyên giring li ser operasyona Hêzên Pêşmerge ku îro danê sibehê dest pê kiriye aşkere dike ku pêşmergeyan karîn 4 gundan rizgarbikin û niha pêşmerege şûnmayên çekdarên DAIŞê ji navçeyên dibin.
Nûrî da zanîn ku projeyeka avê li wê navçeyê heye ku çekdarên DAIŞê gelek tûnel tê de çêkirine.
Herwiha Rêveberê Giştî yê Asayîşa Hewlêr Tariq Nûrî diyar kir ku operasyon heta niha berdewam e.