Berpirsê mihwerê Xazir: Armanca me rizgarkirina zêdeyî 10 gundan e

Qonaxa yekem bi dawî hat.

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirsê mihwerê Xazir ragehand ku armanca operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge rizgarkirina 140 K.m çarkuşe ye ku zêdetir ji 10 gundan li xwe digre.

Derbarê armanca operasyonê Berpirsê mihwerê Xazir Afir Teyfûr ji ajansa Anadol ragehand ku qonaxa  yekem a opersyonê hate cîbecîkirin û qonaxa duyem jî dest pê kir.

Derbarê giringiya operasyonê bo Hêzên Pêşmerge berpirsê mihwerê Xazir da zanîn ku daxwaza wan ewe ku mihwerên Xazir, giwêr û Mexmûr  ji hev nêzîk bikin.

Derbarê rola hevpeymaniya navdewletî Teyfû aşkere kir ku firokeyên Hevpeyaniya Navdewletî biberdewamî terorîstan bombebarandikin, lê rola serke di operasyonê de ya Hêzên Pêşmerge ye.