Wênegirek şehîd bû
Li kenala KT.v kar dikir.
K24-Navenda Nûçeyan
Li mihwerê Xazir wênegirê kenala KurdistanT.V Mistefa Seîd di dema ku operasyona Hêzên Pêşmerge li wî mihwerî dişopand şehîd bû.
Îro, danê vê sibehê operasyona Hêzên pêşmerge bi beşdariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li her du mihwerê Xazir û Giwêr dest pê kir, heta niha 6 gund hatine rizgarkirin.