Bi vîdyo Pêşmergeyek tola hevalê xwe vedike û çekdarekî DAIŞê dikuje

Soz dabû hevalê xwe.

K24-Navenda Nûçeyan

Pêşmergeyek di dema kontirolkirina gundê Ebzex de tola hevalekê xwe yê pêşmerge ku berî niha şehîdbûbû hiltîne û bi destê xwe çekdarekî DAIŞê dikuje.

Ew pêşmerge bi coş teqe li çekdarê DAIŞê dike û piştre ji K24ê re dibêje ku piştî şehîdbûna hevalê wî yê bi navê Karwan Dozî soz dabû ku tola wî veke û îro bi şanazî ew soz cîbecî kir.

Di vîdyoyê de Pêşmerge bi coş dibêje: Bijî pêşmerge û silav bo giyanê hevalê min.

Di çarçoveya operasyona îro de li mihwerê Xazir û Giwêr heta niha pêşmerge di pêşveçûnên xwe de berdewamin.