Tuncel: Rêveberiyên xwecihî têne qelskirin
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Sebahat Tuncel di derbarê bûyerên dawî yên Bakurê Kurdistanê de nirxandinên partiya xwe anî ziman û bal kişand ku, rewşa Bakur her ku diçe ber bi metirsiyê ve diçe.
K24 – Diyarbekir

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel li şaxa partiya xwe ya Diyarbekirê di derbarê pêşveçûnên dawî de daxuyaniyeke çapemeniyê da û metirsiyên xwe anî ziman. Tuncel, amaje bi wê yekê kir ku, yasaya dawî ya ji parlementoyê derbas bûyî dê nûnertiya gel a di rêveberiyên xwecihî de qels bike û ev yek rewşeke dijî demokrasiyê derdixe holê.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser operasyonên li dijî rêxistina “FETO” û hişyarî hate dayîn, Sebahat Tuncel anî ziman ku ew bi gûmanin ku kesên têkiliya wan bi vê rexistinê re nebe jî werin binçavkirin.
Xaleke din a daxuyaniyê jî ew bû ku, metirsî heye “gelo piştî operasyonên FETO dê operasyoneke berfereh li dijî kurdan jî were despêkirin” û bang li hikûmetê hate kirin, ku xeletiyeke wiha nekin.