K24 dibe çavê cîhanê li ser Pêşmerge û şervanan

Di proseya rizgarkirina Şingalê de medyaya cîhanî û ajansên bi navûdeng yên cîhanê, bo wergirtina wine û zanyariyan derbarê Kurdistan û Pêşmerge de, çavên wan li ser K24ê bûn. di proseya rizgarkirina Minbic û operesyona îro ya hêza Pêşmerge de jî, K24 çavkaniya medyaya cîhanî bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji destpêka damezrandina K24ê hevkêşiya girêdsana medyaya Kurdî bi medyaya biyanî guhart û di demeke kêm ya kar de, karî di riya pêşiyane ya romalkirina bûyeran, tevahiya medyaya cîhanê berve xwe bikişîne.

Roja 12 Tebaxa 2016an de, ligel rizgarkirina Minbicê, ajansên cîhanê ku ji nava wan Rueters, Franse24, Associated Press û kenalên bi navûdeng yên cîhanê û ajansên Erebî û ajansên niştimanî yên welatên cîhanê wêneyên K24ê li Minbicê bi zindî vediguhastin.

Wêneyên Minbicê yên şewitandina jinan ji paçeyên DAIŞê re û kurkirina mêran ji riyên xwe re, ku K24 bi zindî vediguhast, li ser asta cîhanê bi berferehî belav bûn cîhan sersam kir, ji ber ku yekem car bû ku welatiyên ji bin destê rizgar dibin, hestên azadbûna xwe li pêş medyayê bi awayekî xweristî derbirîn.

Îro jî, bi encamdana operesyona leşkerî ya hêza Pêşmerge bo rizgarkirina hejmarek gundên sînorê başûrê rojhilatê Mûsilê, kamîreya K24ê bû çavên cîhanê li ser pêşketinên hêza Pêşmerge, her yek ji ajansên navdewletî Rueters, Associated Press û kenalên bi navûdeng wek BBC, Fox News, SKY News, kanal û ajansên Rûsya û welatên Ewropa bi bayix wêne, girtina vîdyo û zanyariyên K24ê bo bînerên xwe li ser asta cîhanê pexş û belav dikirin.