Barzanî serdana çeperên pêşî yên Pêşmerge kir

Piştî temambûna qonaxa yekem ya operesyona hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û azadkirina 6 gundan ji destê DAIŞê li deşta Neynewa, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî serdana çeperên pêşî yên Pêşmergeyan li eniya Xazir kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê ji çeperên pêşî re, bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûn li pêşketinên hêzên Pêşmerge serdana Eniya Xazir, Giwêr û Mexmûr ya Pêşmerge kir û bi fermandaran civiya.

Di civînê de, fermandarên hêza Pêşmerge amaje bi serkeftinan kirin û ragihandin, ew plana bo wan hatiye danan, bi serkeftî hate cibicîkirin û armancên xwe di operesyonê de bicih anîn.

Barzanî tevî destxweşiya pêşmergeyên qehreman kir, serxweşiya xwe bo kesûkarên şehîdên îro derbirî û hêviya saxlemiyê bo birîndaran xwast.

Îro hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi serpereştiya rasterast ya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî li dijî DAIŞê dest pê kir û tê de 6 gund ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.