Operesyona Pêşmerge dest pê kir

Tûra peyamnêrên K24 li eniyên şer bi pêngava Pêşmerge re berdewam in bi veguhastina zanyariyên pêşketinên Pêşmerge, li gor zanyariyên peyamnêrên me, operesyona Pêşmerge li eniya Werdek dest pê kiriye û îro Pêşmerge 5 gundên din ji destê DAIŞê rizgar kirin û bi kûrehiya 18 k.m bipêş ve çûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê ragihand, îro pêşketinên Pêşmerge li eniya Werdek berdewam e û gundê Hasode, Genheşa Biçûk, Genheşa Gewre, Şenef û Omermendan rizgar kirin. Herwiha riya Giwêr – Mûsil jî di bin kontrola Pêşmerge de ye.

Duh hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî operesyonek berfereh li eniya Giwêr – Mexmûr û Xazir dest pê kiribû, ku armanc ew e rizgarkirina hejmarek gund li wî sînorî ji destê DAIŞê. Di wê operesyonê de heta niha hêza Pêşmerge 11 gund rizgar kirine.