Tevahiya gundên operesyonê hatin rizgarkirin
Li roja duyemîn ya operesyona hêza Pêşmerge li her du eniyên Giwêr û Xazir 11 gund hatin rizgarkirin, berî bîstekê jî hêza Pêşmerge tevahiya wan gundan ji çekdarên DAIŞê û nîşanvanan pak kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li roja duyemîn ya operesyona hêza Pêşmerge li her du eniyên Giwêr û Xazir 11 gund hatin rizgarkirin, berî bîstekê jî hêza Pêşmerge tevahiya wan gundan ji çekdarên DAIŞê û nîşanvanan pak kirin.
Çavkaniyekê ji fermandariya Pêşmerge ragihand, tevahiya plane wek xwe cibicî kirin û operesyona bi serkeftin berve dawiyê diçe.
Îro riya di navbera Giwêr û Mûsil bi yek care hate kontrolkirin û niha di bin destê Pêşmerge de ye.
Operesyon ku bi serpereştiya rasterast a Serokê herêma Kurdistanê Masûd bi rê ve diçe, ku duh serdana hêza Pêşmerge li eniya Xazir kir û agahdarî tevahiya hûrgiliyên pêşketinên Pêşmerge bû.
Peyamnêrê K24ê li cihê operesyonê ragihand, heta miha 120 k.m çarkoşe li her du eniyên Xazir û Giwêr hatine rizgarkirin, ku li eniya Giwêr 20 k.m pêşketin çê bûye.
Gundê Hasode, Genheşa Biçûk, Genheşa Gewre, Şenef û Omermendan bi yek carî hatine rizgarkirin û tevahiya çekdarên DAIŞê hatin pakirin. Tîmên endezyariyê mijûlî pakirina gundan ji paşmayên teqemeniyên DAIŞê.
Berî demekê li gundê Qerqeşe hin çekdarên DAIŞê û nîşanvanên wê di xaniyekî de mabûn, hêza Pêşmerge destê xwe danîn ser. Herwiha li nêzîkî gundê Qereqeşe otombêleke bombebarkirî ya DAIŞê, berî ku nêzîkî Pêşmerge bibe, teqandin
Hêza Pêşmerge di du rojên operesyonê zêdetirî 10 otombêlên bombebarkirî yên DAIŞê teqandin û dest danîn ser heljmarek ji çek û temeniyên DAIŞê ku K24 wêneyên hinek ji wan belav kiribûn.
Firokeyên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî ji du rojan ve li esmanan piştevaniya hêza Pêşmerge dikin û çendîn otombêlên leşkerî jinav birin.
Peymanêrê K24ê li ser zarê fermandeyekî leşkerî ragihand, di du rojan de zêdetirî 120 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.