Ewqafa Kurdistanê hejmara qurbaniyê Kurdên Êzdî belav dike

Heta niha 3 hezar û 761 kes di destê çekdarên DAIŞê de ne, ji wan hezar û 909 jin in û hezar û 852 zilam in.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Êzdiyan ya ser bi Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê ve, hejmara Kurdên Êzdî yên li ser destê çekdarên DAIŞê bûne qurbanî , ragehand.

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Êzdiyan ya ser bi Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê raporek belav kir, tê de da zanîn ku hejamara Êzdiyan li navçeyên Şingal û derdora wê 550 hezar kes bûne, ji wan 360 hezar Êzidî derbider bûne.

Li gor raporê hezar û 293 Kurdên Êzdî şehîd bûne, herwiha zarokên ku bê dê sêwî mane 407 zarok in û yên ji bav jî sêwî mane, giheştiye hezar û 759 zarokan.

Ji aliyeke din ve, raporê diyar kir ku, hejmara zarokên ku ji dê û bav sêwî bûne 359 zarok in, herwiha 220 zarokê dê û bavê wan di destê DAIŞê de ne, mane.

Raporê aşkere kir ku, heta niha 30 gorên bikomî li Şingal û gundên wê hatine dîtin, herwiha 44 mezar û perestgehên olî yên Êzdiyan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine jinavbirin.

Li gor raporê hejmara kesên girtî di destê DAIŞê de 6 hezar û 413e kes hene, ji wan 2 hezar û 870 kur in û 3 hezar û 543 jin in, ji wan girtiyan 2 hezar û 652 kes hatine rizgarkirin, herwiha ji wan kesên rizgarkirî 956 jin in û 328 mêr in, hejmara zarokên rizgarbûyî jî 690 kur û 678 keç in.

Heta niha 3 hezar û 761 kes di destê çekdarên DAIŞê de ne, ji wan hezar û 909 jin in û hezar û 852 mêr in.

Di 3ê Hezîrana 2014an de çekdarên DAIŞê Şingal û gundên wê dagîr kir.