Li Diyarbekirê 124 kes hatin binçavkirin

Li Bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî li Diyarbekirê her ku diçe operasyonên binçavkirinê zêdetir dibin. Li gorî agahiyên ku hêzên ewlekariyê parve kirine, bi teybetî di nava 5 rojên dawî de hijmara kesên ku hatine binçavkirin ji 100'î derbas kiriye.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê çavkaniyên fermî didin zanîn ku, di çarçoveya operasyonên li dijî PKK'ê de di 5 rojên derbasbûyî de li navend û navçeyên Diyarbekirê heta niha 124 kes hatine binçavkirin. Li gorî çavkaniyên fermî dibe ku ev hijmar zêdetir jî bibe.

Herî dawî jî li Erxanî ya navçeya Diyarbekirê operasyon pêk hatibûn û di encamê de jî 7 kes hatibûn binçavkirin û di nava van 7 kesan de Cîgir a Serokê Şaredariya Erxaniyê  Gulistan Polat jî heye.