Li Diyarbekirê teqêneke bihêz rûda

K24-Navenda Nûçeyan

li ser rêya Diyarbekir û Mêrdînê li Bîsmîlê ya Bakurê Kurdistanê li nêzîkî navçeya Çinarê teqînek bihêz çê bû. di encamê de 4 kes hatin kuştin û 25 kesên birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekrê ragehand ku, demjimêr 13:10 li ser rêya Diyarbekir û Mêrdînê li Bismîlê nêzîk Rêveberiya Polîsa Hatûçûnê teqîneke mezin çê bû.

Peyamnêrê K24ê ragihand, di encama teqînê de 4 kes hatin kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûne.

Gelek polîs û ambulans çûne cihê teqînê.

Teqîn li nêzîk Rêveberiya çûnûhatinê ya devera Bîsmîle rûda.