Asyîş a Rojava 4 berpirs ên bilind ên PDKSyê digire
Asayîş a Girk ê Legê, sê endam ên Prîtî ya Dîmukratî ya Kurdistan- Surya (PDKS)yê girt û berpirs ê Peywendî yên wê Partîyê li Herêm a Kurdistanê evî karî şermezar dike û bi karek tirsinok nav dibe.
K24- Hewlêr
Asayîş a Girk ê Legê, sê endam ên Prîtî ya Dîmukratî ya Kurdistan- Surya (PDKS)yê girt û berpirs ê Peywendî yên wê Partîyê li Herêm a Kurdistanê evî karî şermezar dike û bi karek tirsinok nav dibe.
Êvarî ya evro, her yek ji Mehemed Îsmayîl, Neşet Zaza û Nafîi Bîro endam ên Mekteb a sîyasî ya PDKS û Ebdulkerîm Hacî endam ê Mekteb a navendî ya wê partîyê ji alî yê asayîş a Girk ê Legê girt.
Seîd Ûmer berpirs ê peywendî yên ewê partîyê li Herêm a Kurdistanê ev kar ê asayîş a Rojav şermezar kir û rgehand: Asayîş a Rojava dijî piroje ya neteweyîye û got jî PYD bi amaje yên rijêm a Suryayê kar dike.
Seîd Ûmer got jî: Berê Îbrahîm Biro, berpirs ê Civat a Netewe ya Kurd li Suryayê ji alî yê asayîş a PYDyê hat girtin û niha jî 4 berpirs ên PDKS digire ev jî nîşan wê yekê ye ku ew di xirabtirîn rewş dane û xelk jî ji wan nerazîye.
Berpirs ê peywendî yên PDKSyê li Herêm a Kurdistanê ragehand jî: Evro bi sedan kes ji rojva ya Kurdistanê vîyane pêşwazîyê li term ê şehîdek ê Pêşmerge bikin ku di operasyûn a 14yê mehê li başûr a Kurdistanê şehîd bûye, lê asayîşê rê nedaye term ê wî şehîd vegerînin.