Karayilan: Tirkiyê ji bilî şer tu rê li pêş me nehîştiye
Murad Karayilan, Fermandarê Navenad Hêzên Parastina Gel dibêje, hikûmeta Tirkiyê ji bilî şer tu rê li pêş wan nehîştiye û tecrîda ser rêberê wan Ebdulah Ocalan jî giran kiriye. Karayilan da xuyakirin, 15'ê Tebaxê şerê vejîna gel bû, ji vir û pêve dema rizgarkirin û ji nû ve avakirina Kurdistanê ye.
K24- Hewlêr

Li baregehên PKK yên li başûrê Kurdistanê pêngava destpêkirina şerê çekdarî ya PKK'ê bi merasîmek hat pîrozkirin.
Gelek yekîneyên gerîlla û yên akademiyan beşdarî merasîmê bûn. Murat Karayilan Fermandarê Hêzên Parastina Gel, balkişand ser tecrîda Abdula Ocalan û da xuyakirin eger jiyana Ocalan di xeteriyê de be li Tirkiyê jiyana tu serkirdeyek ewle nabe.
Karayilan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hêza kurdan û got, divê kurd xwe bawer bin û baweriya xwe bi dewletên dagirker neyînin û da xuyakirin, Erdogan bi hemû dijwartiya xwe bi ser wan de tê ji ber vê dê şer mezin bikin û bigihînin serkeftinê.
Piştî axaftina Karayilan merasîm bi dawî hat û gerîlayan, salvegera 15'ê tebaxê li hev pîroz kirin.