Pêşmerge êrîşa DAIŞê li Şingal têkşkandin
K24-Navenda Nûçeyan
Çekdarên DAIŞê li çend aliyên şer li Şingalê êrîşî Hêzên Pêşmerge kirin, lê hêzên pêşmerege ew êrîş têkişkandin.
Li gor peyamnên K24ê îro, danê sibehê çekdarên DAIŞê ji çend aliyan şer êrîşî sengerên pêşmerge li rojhilatê Şingalê kirin, lê êrîş ji aliyê pêşmerge ve hate têkşkandin.
Peyamnên K24ê li ser zarê fermandarekî pêşmerge da zanîn ku li hineke deveran heta niha dengê teqe tê bihîstin û DAIŞê jî çendîn termê çekdarên xwe bicih hiştin.
Êrîşa DAIŞê di demekê de tê ku li du rojên borî operasyona hêzên pêşmerge bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li her du mihwerê Xazir û Giwêr bi rêve çû, di encam de 11 gund ji aliyê pêşmerge ve hatin rizgarkirin.