Mesrûr Barzanî beyanek belav kir

Pîrozbahiyên xwe arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Şêrwermendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêrozbahiyên xwe arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê bi helkeftina serkeftinên pêşmerge û damezrandina PDK dike.

Derbarê vê pîrozbahiyê Şêwirmendê Encûma Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di nivîseka xwe de li ser rûpeya xwe ya Fêsbokê wiha gotiye:"Bavê hêja û hêjatirîn kes û Serok û pêşmergeyê Kurdistanê, bi minasebeta salvegera jidayik bûna we û 70 saliya damezrandina partiya demokrata Kurdistanê hevdem li gel xweziya min bo temendirêjî bo we daxwaz ji xwedayê mezin dikim hertim parastî û serkeftî bin.

Herwiha Barzanî di beyana xwe ya pîrozbahiyê de wiha axifî ye:"Bi helkefta serkeftina pêşmergeyên qehreman pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim, xwe bi serfiraz dibînim ku weke her pêşmergeyek û weke endam û kadiran di xizmeta we de hînî Kurdatî, xebat, têkoşînê bûme, bi we serfirazim, bi dirêjahiya temena xwe we xizmeta Kurdistanê kiriye, heta mabim ez xwe bi deyindarê dilpakî, dilfirawanî, dilsozî û meziniya we dizanim.

Barzanî da zanîn û got:"Di vê roja han de yaku salvegera 70 saliya xebat û qurbanî dana PDKê bi bîr tînin, piştrastim ku bi rêberatiya we partiya demokrata Kurdistanê bihêztir ji demên berê têkoşîn û xebata xwe bo bidest xistina maf û serkeftinên zêdetir bo gelê Kurd didomîne. Hêvî dikim bo ku rihê serfiraz yê şehîdan asûde û aram be ked û berxwedana gelê me bi fêde nebe, bi Serokatiya we bilez armanca kevnar ya gelê me tê bidestxistin û bi serbixweyiya Kurdistanê şad Bîn."