Rûsya alîkariyeke leşkerî ji Pêşmerge re şand
Rûsya karwaneke din ya alîkariyên leşkerî ji bo hêzên Pêşmerge şand, wek piştevaniyek ji operesyona rizgarkirina Mûsilê re.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya karwaneke din ya alîkariyên leşkerî ji bo hêzên Pêşmerge şand, wek alîkariyekê ji operesyona rizgarkirina Mûsilê re.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê Aso Talebanî ji ajansa “Interfax” ya Rûsî re ragihand, Mosko yek milyon gule şande Herêma Kurdistanê, ku piraniya wan guleyên Klaşînkov in, wek alîkariyekê jib o hêzên Pêşmerge re di şerê rizgarkirina Mûsil de.
Talebanî ew yek jî aşkere kir ku, alîkariya Moskoyê di dawiya meha borî de gihêşte destê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê.