Efrîn: Asayiş endamekî PDK-Sê digire

Asayişa Efrînê endamekî din yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li navçeya Raco ya ser bi Efrînê binçav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Efrînê endamekî din yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li navçeya Raco ya ser bi Efrînê binçav dike.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) di daxuyaniyekê de ragihand ku, endamê Encûmena Herêmê yê wê partiyê Mihemed Mecîd Cafer (Memo) îro danê sibê ji aliyê asayişa Raco ve hate binçavkirin.

PDK-Sê di daxuyaniya xwe de, bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên hiqûqî û yên navdewletî kir, ku fişarê li desthilatên Rêveberiya Xweser bikin, bo azadkirina Mihemed Mecîd Cafer û serkirde û endamên Partiyên PDK-S û Yekîtiya Kurdî li Sûriyê (PYKS) yên duh di merasîma oxirkirina Pêşmergeyê Roj Hebîb Qedrî Mihmed Seîd de hatibûn girtin, serbest bêne berdan.

Duh di merasîma oxirkirina şehîdê Pêşmerge Mihemed Mecîd Cafer, Berpirsê Rêvebir yê Polîtbîroya PDK-Sê Mehemd Îsmaîl, endamê Pîlotbîroya heman partiyê Neşat Zaza, herwiha endamên Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilkerîm Hacî û Salih Cemîl, herwiha endamê serkirdeyatiya PYKSê Hesen Salih û du hevalên wî, ji aliyê Asayişa Rojava hatin binçavkirin Li gor daxuyaniya PDK-Sê, endamên wê Ezet Kurdî jî roja 15 Tîrmehê û hatiye girtin. Herwiha Idrîs Elo, Ehmed Sîno û Ehmed Sîdo ji sala 2013an ve girtî ne û heta niha çarenivîsa wan ne diyar in.