Mesrûr Brazanî: Hîvdarim bi zûtirîn dem bi serxwebûn a Kurdistanê şad bibîn
Bi hilkevt a salvegerr a damezirandin a Partî ya Dîmukratî ya Kurdistanê û rojbûn a Mesûd Barzanî sereok ê Herêm a Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahîyê ya herdû helkevtan li serok ê Herêm a Kurdistanê dike
K24- Hewlêr
Bi hilkevt a salvegerr a damezirandin a Partî ya Dîmukratî ya Kurdistanê û rojbûn a Mesûd Barzanî sereok ê Herêm a Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahîyê ya herdû helkevtan li serok ê Herêm a Kurdistanê dike û di ragehîne: Pîrozbahî ya serkevtin ên Pêşmerge yên qehreman li we dikim û xwe bi serbilind û serfiraz dibînim ku wek gelek ji Pêşmerge û kadiran di xizmet a we de fêrî kurdînîyê û xebat û têkoşînê bûyîn şanazîyê bi we dikim ku we di hemû temenê xwe de xizmet a Kurdiswtanê kirîye. Heya ez mabim xwe bi qerdarê dilpakî û dil firehî û dilsozî û mezinî we yê rêzdar dibînim.
Her di evê peyamê de Mesrûr Barzanî ragehand: evro em yad a 70 salî ya xebar û qurbanî ya Partîyê dikîn û ez bi bawerrim ku bi raberî ya hewe yê rêzdar Partî ya Dêmukratî ya Kurdistanê bi hêztir ji caran dê berdewam bibe bo bi destvehînan a maf û serkevtin ên zêdetir bo gel ê me, herweha dibêje, hêvîdarim bi serokînî ya cenab ê we bi zûtirîn dem aramanc a kevnar a gel ê me bicih bihê û bi serxwebûn a Kurdistanê şad bibîn.
Ev a xwarê jî deq ê wê payamêye:
Bavê hêja û hêjatirîn kes û Serok û pêşmergeyê Kurdistanê, bi minasebeta salvegera jidayik bûna we û 70 saliya damezrandina partiya demokrata Kurdistanê hevdem li gel xweziya min bo temendirêjî bo we daxwaz ji xwedê mezin dikim hertim parastî û serkeftî bin. Bi minasebeta serkeftina pêşmergeyên qehreman pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim, xwe bi serfiraz dibînim ku weke her pêşmergeyek û weke endam û kadiran di xizmeta we de hînî Kurdatî, xebat, têkoşînê bûme, bi we serfirazim, bi dirêjahiya temena xwe we xizmeta Kurdistanê kiriye, heta mabim ez xwe bi deyindarê dilpakî, dilfirawanî, dilsozî û meziniya we dizanim. Di vê roja han de yaku salvegera 70 saliya xebat û qurbanî dana PDKê bi bîr tînin, piştrastim ku bi rêberatiya we partiya demokrata Kurdistanê bihêztir ji demên berê têkoşîn û xebata xwe bo bidest xistina maf û serkeftinên zêdetir bo gelê Kurd didomîne. Hêvî dikim bo ku rihê serfiraz yê şehîdan asûde û aram be ked û berxwedana gelê me bi fêde nebe, bi Serokatiya we bilez armanca kevnar ya gelê me tê bidestxistin û bi serbixweyiya Kurdistanê şad Bîn. Mesrûr Barzanî 15.8.2016