Pêşmerge hêrişek a Daişê li mihwer a Werdek têkşikand
Demekê berî niha hêz ên Pêşmerge yê Kurdistan, pênc otombîl ên bombkirî yên Daişê li mihwer a Werdek têkişikandin û berperç a hêrişek a Daişê dan.
K24- Helêr
Demekê berî niha hêz ên Pêşmerge yê Kurdistan, pênc otombîl ên bombkirî yên Daişê li mihwer a Werdek têkişikandin û berperç a hêrişek a Daişê dan.
Piştî ku çekdar ên Daişê, hewl dan bi pênc otombîl ên bombkirî li gund ê Sitîh û Qerqeş, hêriş bikin ser çeper ên Pêşmerge , lê ji alîyê hêz a Pêşmerge ve hatin têkşikandin û hewlan wan şikest xwar.
Nûçegihanê Kurdistan 24 li wê sinûrê ragehand, çekdar ên Daişê hêrişkirin ser gund ên Sitîh û Qerqeşeku di operasyûn a dawîyê de ji alî yê hêz a Pêşmerge ve hatibûn azadkirin. Li beranber wê hêrişê hêz a Pêşmerge bi tundî bersiv a çekdar ên Daişê dan û zêdetir ji 20 çekdar ên Daişê kuştin.