Nerîn ên şareza yên Turkîyayê li ser Operasyûn a Xazir û Giwêr
Operasyona mezin a bi serpereştiya serokê Kurdistanê Serfermandar Mesûd Barzanî li dijî DAIŞ'ê li Maxmur, Giwêr û Xazir hate destpêkirin li çapemeniya Tirkiyê jî cih girt. Hinek rojname di manşetên xwe da cih da operasyonê û hat ragihandin ku hêzên pêşmergeyan li dijî DAIŞ'ê serkeftineke mezin bi dest xistine. Hinek kanalên televîzyonê yên Tirkî jî nûçeyên operasyonê digel dîmenên Kurdistan24 TV ji bo bînerên xwe ragihandin û bi nirxandinên pisporan qala operasyona pêşmergeyan hatin kirin.
K24- Istanbûl

Abdullah Ağar-Pisporê Ewlekariyê, got:Operasyona pêşmergeyan ji bo operasyona li Musilê wek destpêkek e. Pêşmerge serkeftineke mezin bi dest xistiye. Gelek gund û war ji DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin. Herêmên rizgarkirî cihên gelek stratejîk in.
Pisporê Rojhilata Navîn Alî Semîn bal kişand ser girîngiya herêmên rizgarkirî û wiha axivî: Encama operasyonê bo ewlekariya sînorên Kurdistanê jî girîng e.
Alî Semîn-Pisporê Rojhilata Navîn, got:Bi vê operasyonê, DAIŞ ji sînorên Kurdistanê hat dûrxistin. Rizgarkirina deverên nêzîkî sînorê Kurdistanê ji aliyê operasyona leşkerî ve jî girîng e. Çimkî, ji bo ku operasyona Musilê bê destpêkirin, pêwîst e deverên nêzîkî sînor bên bidestxistin.
Li gorî Semîn ji bo rizgarkirina Musilê, divê li herêmên herî dawî ku ketiye destê pêşmergeyan, zêdetir yekineyên leşkerî bên bicihkirin.
Alî Semîn-Pisporê Rojhilata Navîn, got:Lê belê, hê jî li ser operasyona Musilê hinek nîqaş tên kirin kîjan hêz dê beşdar bibe yan nebe? Erebên Sunnî, naxwazin ku pêşmerge tev li operasyonê bibe. Wezareta Bergiriyê ya Iraqê jî beşdarbûna peşmergeyan naxwaze. Heta ku hêzên herêmî ji bo operasyona Musilê li hev nekin, rizgarkirna Musilê jî gelek zehmet e.
Li gorî pisporên Rojhilata Navîn, ji bo ku Musil ji destê DAIŞ'ê bê rizgarkirin bi tenê operasyonên leşkerî têrî nakin, pêwîst e eşîrên Ereb jî piştevaniya DAIŞ'ê nekin.