Li Hesekê 5 kes hatin kuştin û 26 jî birîndar bûn
4 Endamên Asayîşê jî birîndarbûn.
K24-Hesekê
li bajarê Hesekê şerûpevçûn di navbera Asayîşa Rojava û Hêzên Berevaniya Niştîmanî yên bi ser rêjîmê ve derketin, di encam de 5 endamên Hêzên Berevaniya Niştîmanî hatin kuştin û 4 Endamên Asayîşê ligel 22 welatiyên sivîl birîndarbûn.
Peyamnêrê K24ê ji bajarê Hesekê ragihand ku, duh, danê sibehê şer dest pê kir û heta êvarî berdewam kir, Peyamnêrê me amaje bi wê yekê kir ku, topên Hawinê li taxa Til Hecer li nêzîkî mizgefta Mosab Umêr, taxa Eskerî li nêzîkî nexweşxaneya Hikmê û li bazara nava bajêr ketin xwarê.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê di encama wî şerî de 5 endamên Hêzên Berevaniya Niştîmanî hatin kuştin û 4 Endamên Asayîşê ligel 22 welatiyên sivîl birîndarbûn.
Bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera Asayîşa Rojava û rejîmê de dabeşkiriye û ev ne cara yekemîn e, şerû pevçûn rûdidin.