Li Nisêbînl teqîn: 6 birîndar
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê teqînek rû da û 6 kes birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê teqînek rû da û 6 kes birîndar bûn.
Li Taxa Devrîm ya Nisêbînê, madeyek ku cureya wê diyar nebûye teqiye. Di encamê de 4 zarok, jin û zilamek birîndar bûn.
Birîndar, ji bo dermankirinê li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hatin vegûhestin.
Hêzên ewlekariyê derbarê bûyer û teqemeniyê de dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirin.