Ehmed Silêman: Me destpêşxeriyek amade kiriye

Ji sê xalan pêktê.

Endamê Polîtbîroya ya Partiya Pêşverû Ehmed Silêman ragehand ku, wan ligel Saziya Demokratita Asûriyan destpêşxeriyek derbarê çareserkirina kirîza di navbera ENKS û TEV-DEMê de pêşkêş kiriye.

Derbarê wê destpêşxeriyê Endamê Oplîtbîroya ya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Silêma ji K24ê re da zanîn ku, destpêşxerî  ji sê xalên giring pêk tê, ew jî berdedana girtiyan, derketina xwepêşandana bi awayeke aştiyan bê ku kes rêgiriyê jê re negire û rawestandina şerê ragehandinê ne.

Silêman aşkere kir ku, ew destpêşxerî ji aliyê partiyan wan û rêxistina Asûrî hatiye pêşkêşkirin.Lê TEV-DEM tekez kiriye ku ewê li gor yasayê pêwendiyê bi kirîzê re bike.

Duh, li hemû bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan li dijî kiryarên PYDê bi rê ve çûn, di encamê de jî Asayîşa Rojava êrîşî xwepêşandan kir û 22 welatiyên sivîl li bajarê Dêrikê girtin.