Amerîka kiryarên Asayîşê li Rojava şermezar dike
Şanda ENKS bi serokatiya Ibrahîm Biro bû.
K24-Navenda Nûçeyan
Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serkatiyê Ibrahîm Biro serdana Konsilxaneya Amerîkayê li Hewlêr kir, li gor endamekî şandê kiryarên PYDê ji aliyê Konsilê Amerîkayê ve hatin şermezar kirin.
Duh, şandeke Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serkatiyê Ibrahîm Biro serdana Konsilxaneya Amerîkayê li Hewlêr kir, di serdanê de behsa kiryarên PYDê û girtiyên siyasetmedaran û binpêkirina mafê mirovan hat kirin.
Derbarê serdanê de Endamê ENKSê Newaf Reşîd ji K24ê ragehand ku, rayedarên Amerîkayê nerazîbûna xwe ji kiryarên PYDê re nîşandan dan û şermezar kirin.
Reşîd da zanîn ku Amerîka piştgiriya xwe ji ENKsê re nîşan da û tekez kir ku, ew kiryarê PYD li dijî berjewendiya gelê Kurd ne.
Di heftiya borî de Asayîşa li Rojava serokê ENKSê Ibrahîm Biro girtin û avêtin derveyî sînor, ew yek bo cihê nerazîbûna welatiyên Kurd li her deverî.