Elamanîya karwanek a dî ya çekan bo hêz a Pêşmerge dişîne Hewlêrê

Gotebêj ê wezaret a berevanî ya Elmenîyayê ragehand: Berlînê 70 ten çek ku ji 1500 tivebg û 100 muşek û 3 otombîl ên gullenebirr ên serbazî şand Hewlêr a Paytext a Herêm a Kurdistanê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6ca42354-1b3d-4b07-bf1a-adc7d89e633d/almeniya%20chek.ism/manifest

K24- Hewlêr

Gotebêj ê wezaret a berevanî ya Elmenîyayê ragehand: Berlînê 70 ten çek ku ji 1500 tivebg û 100 muşek û 3 otombîl ên gullenebirr ên serbazî şand Hewlêr a Paytext a Herêm a Kurdistanê.

Gotebêjê wezaret a berevanî ya  Elmanîyayê aşkera kir, ku welat ê wî ji sal a 2014yê heya niha 30 karwan ên çekan ku 2 hezar ten çek dibe, bo hikumet a Herêm a Kurdistanê şandîye.

Elmanîya yek ji wan welat ên di destpêk a şerr ê Daişê de çek û harîkarî yên serbazî bo hêz a Pêşmerge şandîye û giringtirîn çek jî li gor axivtin ên berpirs ên Pêşmerge, çek ê Mîlane ku dije tank û rolek a karîger habûye li têkşikandin a Daişê.