Murad Qereylan: Çalakî yên partî yên Rojhilat xizmet a Turkîya û Erebistan a Seûdîye dikin
Musra Qereylan fermandar ê hêz ên HPG ragehand çalakî yên çekdar ên patî yên rojhilat a Kurdistanê li dijî Komar a Îslamî ya Îranê xizmet a Turkîa û Seûdîye dikin.
K24- Hewlêr
Murad Qereylan fermandar ê hêz ên HPG ragehand çalakî yên çekdar ên patî yên rojhilat a Kurdistanê li dijî Komar a Îslamî ya Îranê xizmet a Turkîa û Seûdîye dikin.
Qereylan di dîdarekê de li gel kena a Newroz a ser bi partî ya xwe ragehand: Nabe Partî yên Rojhilat a Kurdistanê dijî Komar a Îslamî ya Îranê xebat a Çekdarîyê bikin. Karayîlan weha dibîne ku xebat a çekdarîyê li dijî Îranê şerrek ê rêçkeyî ye û li berjewendî ya Turkîya û Seûdîye daye.
Endam ê Konse ya rêberî ya KCKyê daxwaz ji partî yên Rojhilat a Kurdistanê dike, xebat a sîyasî, rêkxisteyî, Kultûrî û sivîlî li gor rewş a Kurdistanê dest pê bike û her core xebatek a çekdarî red dike û dibêje: Encam ên xirab dê hebin , lew partî yên Rojhilat a Kurdistanê divê evê yekê li ber çavan danin.
Qereylan di dirêje ya axivtin ên xwe de li ser rojhilat a Kurdistanê ragehand: Alî yên sîyasî yên Rojhilat a Kurdistanê nabe bikevin jêr bandor a ti alîyek ê derveyî. Bê ku nav ê wan welatan aşkera bike, tenê di wê hevokê de nebe ku gotibû xebat a çekdarî xizmet a Turkîya û Seûdîye dike.
Axivtin ên wî berpirs ê PKKyê li ser Rojhilat a Kurdistanê bû sedem a tûrrebûn a partî û çalakvan ên sîyasî yên Kurd li rojhilat a Kurdistanê.
Kereîm Perwîzî, endam ê defter a sîyasî ya Hizb a Dîmukrtaî ya Kurdistan a Îranê, bi redkirin a hilwêst û axiftin ên Qereylan ragehand: Xebat a Her parçeyek a Kurdistanê ji alî yê xebatgêrr ên wê parçeyê dihê dîyarîkirin, çunku ew baştiur dikarin kar ên pêşîn û rewş a xebat a xwe destnîşan bikinj.
Got jî: Dûbarekirin a tuhmet ên rijêm a Îranê ji alî yê ti alîyek ê sîyasç yên Kurdistanê dijî hevdû cihê qibûlkirinê nîne.
Perwîzî amaje bi qonax a nû ya xebat partî ya xwe kir ku li jêr nav ê Rasan li newroz a evsal destpêkirine ku karvedanek a tund hebbû ji alî yê berpirs ên Îranê, çunku ji kûrahî ya xwazt û vîyan a gel ê Kurd li rojhilat a Kurdistanê ser hildaye.
Di dawî ya axiftin ên xwe de perwîzî, ragehand: Li îranê bi vajî ya Turkîyayê rê bi ti bizav û çalakî yên sîyasî û perlemanî bi taybetî gel ê Kurd nahê dan. Bi amajedan bi Turkîyayê dibêje: nabe li cihek ê ku çalakî ya perlemanî û sîyasî heye, dest bi xebat a çekdarîyê bihê kirin. Lê li beranber li ciheke din ku rê nahê dan bi ti cor ên çalakî yên sîyasî û perlemanî, bihê tuhemtbarkirin ku çalakî û xebat a wê girdayî bihê welat ên derekî ye.