Li Wanê teqîn: 3 kuştî û 73 birîndar

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê li dijî qerekola polîsan êrîşek bombeyî hate kirin. 3 kesan canê xwe ji dest dan 73 kes jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê li dijî qerekola polîsan êrîşek bombeyî hate kirin. 3 kesan canê xwe ji dest dan 73 kes jî birîndar bûn.

Duh derengê şevê li bajarê Wanê navçeya Hevreşîmê wesaîteka bombebarkirî li nêzikî Navenda Polîsan a 2 Nîsanê hate danîn û ji dûr ve hate teqandin. 

Di encamê de polîsek û 2 sivîl canê xwe ji dest dan. Herwiha 73 kes jê 20 polîs in birîndar bûn.

Piştî bûyerê polîsan li bajêr operasyonek berfireh pêk hat û kesek hat binçavkirin.

3 roj berê li Diyarbekirê bi heman şêweyî êrîşek li dijî qerekola polîsan hatibû kirin û di encamê de 5 jê polîs 7 kes canê xwe ji dest dabûn 45 kes jî birîndar bûbûn.