Li Şemzînanê 2 polîs birîndar bûn

Li Şemzînanê ya Bakurê Kurdistanê êrîşek li dijî xala pişknînê ya polîsan hate encamdan, di encamê de 2 polîs birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Şemzînanê ya Bakurê Kurdistanê êrîşek li dijî xala pişknînê ya polîsan hate encamdan, di encamê de 2 polîs birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê ragihand, îro danê sibê êrîş li dergeha çûna nava bajarê Şemzînanê li dijî xala pişknînê ya polîsan bi riya rokêtekê hate kirin.

Piştî êrîşa rokêtê, şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derket û di encamê de 2 polîs birîndar bûn û birîndar bo nexweşxaneya Geverê hatin veguhastin.

Piştî êrîşê, artêşa Tirkiyê dest bi operesyoneke leşkerî ya berfereh li wê navçeyê kirin.