Şandeke ENKSê bi Kunsilê Rûsya re dicive

Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) digel Kunsilê Rûsyayî li Hewlêrê dicive.

K24 – Navenda nûçeyan

Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) digel Kunsilê Rûsyayî li Hewlêrê dicive.

Endamê şanda ENKSê Xalid Elî ji K24 re ragihand ku, şandeke ENKSê bi mebesta gotûbêjkirina rewşa Sûriyê û bi taybet ya Rojavayê Kurdistanê û kiryarên Asayişa Rojava li dijî endamên ENKSê dê digel Kunsilê Rûsyayê li Hewlêrê Vîktor Sîmakov bicive.

Elî aşkere kir, ku şanda ENKSê dê ji Serokê wê Îbrahîm Biro û endamê Komîteya Pêwendiyên Derve Mistefa Sîno û Xalid Elî pêk were.

Di du rojên borî de, şandeke ENKSê ligel her yek ji Kunsilên Amerîka û Kunsilê Tirkiyê li Hewlêrê jî civiyabûn.