Şandeke ENKSê bi Cîgirê qonsilê Almanyayê re dicive
Behsa rewşa Rojava û girtina serkirdeyên siyasî hate kirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Şandek ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) bi serokatiya serokê ENKSê Ibrahîm Biro û amadebûna her yek ji Mistefa Sîno û Xalid Elî ligel Cîgirê qonsilê Almanyayê hevîdtin pêkanîn.
Îro, şandekji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) bi serokatiya serokê ENKSê Ibrahîm Biro û amadebûna her yek ji Mistefa Sîno û Xalid Elî ligel Cîgirê qonsilê Almanyayê li Hewlêrê hevîdtin pêkanîn.
Di civînê de qonsilê Almanyayê daxwaz ji ENKSê kir ku, behsa rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û derxistina Serokê ENKSê bê kirin, herwiha girtina serkirdeyên ENKS û partiyên siyasî ji aliyê PYDê ve.
Di civînê de jî her du aliyan behsa rewşa bajarê Hesekê kirin, herwiha êrîşa firokeyên rejîma Sûriyê li ser wî bajarî.ENKSê ji ji aliyê xwe ve sipasiya Cîgirê qonsil li ser piştevaniya welatê wî ji wan re kir.