Colemêrg û Şirnaxê weke parêzgeh man
Li gorî vê biryarê Colemêrg û Şirnax wek parêzgeh, Gever û Cizîr jî wek navçe dimînin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Parlementoya Tirkiyê, yaseya bo betalkirina parêzgeriya Colemêrg û Şirnaxê hate betalkirin. Li gorî vê biryarê Colemêrg û Şirnax wek parêzgeh, Gever û Cizîr jî wek navçe dimînin.
Ev demeke dirêje amadekariya derxistina yaseyekê dihate kirin ku parêzgeriya Colemêrg û Şirnaxê were betalkirin. Bi destpêka gotêbêjên li ser yaseyê ji Şirnax û Colêmergê 2 şande hatin Enqerê û dest bi çalakiyan kir. Şandeyan digel partiyên muxalefetê û hikûmet û Serokkomar Erdogan hevdîtin pêk anîn.
Ew hewldanên Colemergî û Şirnaxiyan encam dan û Lijneya Giştî ya parlementoya Tirkiyê xala derbarê her du bajaran ji pêşniyazbiryarê dêrxist û li gor vê encamê dê Şirnex û Colemêrg parêzgeh bimîne û navên wan jî nayê gûhertin. Şandeya Colemêrgê li Enqerê biryar bi kêfxweşî pêşwazîkirin.
Serokê Jura Bazirganî û Pîşesazî yê Colemêrgê Servet Taş wiha got: "Pêşnûme hate batalkirin. Helbet digel vê yekê diroka bajarekî kevnar û qedîm hate xelas kirin( rizgarkirin). Di vê rewşa nebaş de em sipasiya xwe ji bo gelê Colemêrg û saziyên sivîl dikin ku em bi tenê nehiştin. Ev biryar ji bo hemû gelê me kêfxweşiyeke mezin e."
Şandeya Colemergê dibêje bi berxwedana wan ya bi rojan li Enqerê û nerazîbûna partiyên muxalefetê hikûmetê gavek bi paş ve avêtiye û neçar maye ku vê yaseyê betal bike.
Rêveberê Sendikeya Ajokaran yê Colemêrgê Abdî Arslan ji aliyê xwe ve wiha axifî: "Cihekî wekî Colemêrgê qedîm, tarixa wê gelek kevn wek seydayê Ehmedê Xanê, Melayê Bateyî û Seîd Ebdûlqadir jê hatin xudankirin îro dihate xwestin ku ji nava gelê Colemêrgê bêne rakirin, ji bo me jî tiştekî gelek nexweş dibû. "
Rêveberên şandeya Colemêrgê amaje bi wê yekê dikin ku wan dixwast Gever û Cizîr jî bibûna parêzgeh û pêşbiketana. Herwiha şandeyê rave kir ku dema ew diçin Colemêrgê tu şahî û dilan nayên kirin ji ber birayên wan yên Geverê ku nebûne parêzgeh.