Hozan Efrînî: Şandina Firokeyan ji aliyê Amerîka bo Hesekê giringe

"Amerîka neçare firokeyan bişîne."

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Hevpeymaniya Niştimnaî ya Dîmokratîk li Sûriyê Hozan Efrînî ragehand ku, şandina firokeyan ji aliyê Amerîkayê bo parastina Hêzên Kurdî li bajarê Hesekê gaveke giring e.

Derbarê aloziyên bajarê Hesekê û şandina fiokeyên şer ji aliyê Artêşa Amerîkayê bi armanca parastina hêzên Kurdî ji fiokeyên rejîma sûriyê Nûnerê Hevpeymaniya Niştimnaî ya Dîmokratîk li Sûriyê Hozan Efrînî ji K24ê re ragehand ku, ew gava Amerîka baş û giringe.

Efrînî da zanîn ku, wan berî niha dizanîbûn ku, ew welat wê firokeyên xwe bo bajarê Hesekê bişîna da ku rêgiriyê li ber firokeyên rejîma Sûriyê bigre.Herwiha aşkere ku raporek ji welatiyên Hesekê giheştibû Amerîka tê de rewşa Hesekê hatibû diyarkirin.

Herwiha Efrînî diyarkir ku Amerîka neçare firokeyan bişîne daku berjewendiyên xwe û pirojeyên xwe li rojhelata navîn bibarêze.