Wezareta pêşmerge bersiva Amerîkayê da

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta pêşmerge li Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner da û redike ku pêşmerge fermanên xwe ji Artêşa Iraqê werbigre.

Ev jî deqa peyama Wezareta pêşmerge ye:

Rêveberiya Ragihadin û Hişiyarî ya Niştîmanî li Wezareta Pêşmerge bersiva Mark Toner Cîgirê Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka dide ku xuya kiribû giring e Pêşmerge û hemû hêzên şervan din li Îraqî di bin ferman û kontrola Arteşa Îraqê de bin.

Pêşmerge di bin femana Fermandehiya Hêzên Pêşmerge daye. Li gor destûra Îraqê jî, Pêşmerge parek e ji sîstema berevaniya Îraqê, her çend Hikûmet Îraqê li warê perwedehiya serbazî û dabîn kirina çek û pêwîstiyên leşkerî alîkariya Pêşmerge nekiriye û xwe bi berpirsyar nezanî ye.

Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatiyên xwe şanaziyê bi rola Pêşmerge li sere dijî terorê dike. Pêşmerge jibo hemû cîhanê nîşanda bi tenê  ev hêz e ku dikare berhingarê hovanetirîn girûpa terorîstî bibe. Pêşmerge niyeta vê yekê nîne dest bi ser çi deverekê bigire, lê berevaniyê ji wan cihan dike ku ji terorîstên DAIŞê rizgar kiriye û li wan cihan dimîne, heya ew dema ku metirsî hebe.

Pêşmerge yên Kurdistanê her dem amadebûna  xwe nîşan daye jibo alîkarî û hemahengî ligel Arteşa Îraqê jibo şerê dijî terorê, ku bi kiryar ev yeke nîşanda.

Em bi xuyakirina spasî û pêzanînên xwe jibo hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê, şanaziyê bi têkiliyên xwe tevî hêzên hevpeymanan dikin jibo şere dijî terorê û bi cih anîna pilana rizgarkirina Musilê.