Li Agirî 3ê serbazên Tirkiyê birîndar bûn
Gerîlayekî PKKê jî di pevçûnê de canê xwe ji dest da.
K24-Navenda nûçeyan
Li Agirî Zozanên Sînegê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û gerîlayên PKK de şer derket, di encamê de 3 serbaz birîndar bûn.
Hêzên ewlekariya Tirkiyê, şeva borî li Zozanên Sîneg ya Agiriya bakurê Kurdistanê derketin operasyonê. Di operasyonê de şer derket û encamê de 3 serbazên Artêşa Tirkiyê birîndar bûn.
Hat ragehandin gerîlayekî PKK jî di pevçûnê de canê xwe ji dest daye.
Dîsa şeva borî li navçeya Qerqelî ya Wanê mayinek di otombêlek serbazî de hatibû teqandin û di encamê de sivîlekê canê xwe ji dest dabû, 5 serbaz û 4 sivîl jî birîndar bûbûn.