Li Diyarbekirê 2 Cîgirên Parêzgar û qeymeqamek hatin girtin
Di çarçoveya operasyona li dijî Cemaeta Fethulah Gulen de hatin girtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Diyarbekirê di çarçoveya operasyona dijî Cemaeta Fethulah Gulen de 2 Cîgirên Parêzgarê û qeymeqamek hatin girtin.
Li Tirkiyê piştî hewldana derbeya serbazî ya 15 Tîrmehê, dijî endamên Cemaeta Gulen operasyonên girtin û binçavkirinê berdewam dikin.
Şeva borî jî di çarçoveya lêpirsîna Dadgeha Sulh ya Diyarbekirê de, bi tometa ku girêdayî Cemaetê ne Cîgirên Parêzgarê Diyarbekirê Mîmar Sînan Batmaz û Remzîz Kataş û qeymeqamê navçeya Hênê Tahir Îgde hatin girtin.
Hat ragehandin, her du cîgir piştî hewldan derbeyê, beşdarî çalakiyên Nobedariya Demokrasî bûbûn ku xwe dijî derbeyê nîşan dabûn.