Endama desteya şêwermendiyê ya rojnameya Ozgur Gundem hat girtin
Rojnameya Ozgur Gundem roja 16'ê Tebaxê, bi tometa ku propagandaya PKK'ê dike hatibû girtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Endama Desteya Şêwirmendiya Weşanê ya rojnameya Ozgur Gundem, Aslî Erdogan bi tometa propagandaya PKK hat girtin.
Di lêpirsîna Serdozgeriya Stenbolê de, nivîskar Aslî Erdogan ku beriya 2 rojan hatibû binçavkirin, duh derket pêşberê dadgehê.
Erdogan, bi tometa endamtiya PKK'ê hat girtin. Lêpirsîna 2 rojnamevanên din berdewam dike û hat ragehandin 5 rojnamevanan xwe radestê hêzên ewlekariyê nekirine.
Rojnameya Ozgur Gundem roja 16'ê Tebaxê, bi tometa ku propagandaya PKK'ê dike hatibû girtin û gelek xebatkarên rojnameyê jî hatibûn binçavkirin.