Brîkar ê wezaret a Pêşmerge: Kes ên gendel xuyane û bi tilan dihên hijmartin

Endamek ê Komîte ya Pêşmergeyan di perleman a Kurdistanê de , çend dosê yên gendelîyê komkirîne li ser kirrîn a çekan û mûçe yên xanenişîn ên wezaret a Pêşmerge û hijmar a wan kes ên mûçeyê diwergirin û dewam nikin.

K24- Hewlêr

Endamek ê Komîte ya Pêşmergeyan di perleman a Kurdistanê de , çend dosê yên gendelîyê komkirîne li ser kirrîn a çekan û mûçe yên xanenişîn ên wezaret a Pêşmerge û hijmar a wan kes ên mûçeyê diwergirin û dewam nikin.

Wezaret a Pêşmerge kar ên gnedelî naveşêre û deste ya destpakî ya Herêm a Kurdistanê jî li vî warî de axiftin ên xwe hene.

Dem a ku Mesûd Barzanî serok ê Herêm a Kurdistanê, gote serok ê deste ya destpakîyê p dadweran, ez li pişt a hewe me, êdî destbirin bo her dosêyek a gendelîyê sanah bû.

Nih a gelek fayîl gehiştîne deste ya dsestpakîyê û li jêr vekolînê dane, Kurdistan24 zanîye ku gendelî yên wezaret a Pêşmerge ji hemû dezgeh ên din zêdetire.

Wezaret a Pêşmerge hebûn a gendelîyê naveşêre, lê nevên jî li ser biaxifin.

Endam ên komîte ya Pêşmerge di peerleman a Kurdistanê de, gelek caran li ser evê piroseyê kombûn encamdane û li gel wezîr ê Pêşmerge axiftin kirîne, ew endam perleman jî bi aşkera dibêje: bi dehean dosê yên gendelî yên wezaret a Pêşmerge li ba minin.

Heya niha 300 dxwazî yên cuda cuda li ser pirs a gendelîyê li hemû parêzgeh ên Herêm a Kurdistanê hatîne tomarkirin, pişkek ji wan jî hatîne şandin bo bo dadgeh a vekolînê, yên din jî li jêr vekolînê dane.