Amerîka beşek hêza xwe ji Rojava vekişand

Bi armanca parastina hêza xwe.

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirsekê ji Wezareta Bergiriya Amerîkayê ragehand ku, piştî rejîma Sûriyê dest bi êrîşên xwe li bargehên Kurdan li Roava kir,  Amerîka beşek ji hêza xwe ji navçeyê vekişand.

Derbarê vê yekê ajansa CNN a Amerîkî di nûçeyekê xwe de ragehand ku, Berpirsekê ji Wezareta Bergiriya Amerîkayê ragehand ku piştî rejîma Sûriyê dest bi êrîşên xwe li bargehên Kurdan li Roava kiriye Amerîka beşek ji hêza xwe ji navçeyê vekişand.

Wî berpirsê amerîkayê diyar nekir ku, Amerîka dê hemû hêza xwe ya Rojava vekşîne yan na.Da zanîn ku hêzên Amerîkî rastî zirarê nebûne.

Ev sê rojin şerûpevçûn di navbera rejîma Sûriyê û Asayîşa Rojava li bajarê Hesekê berdewam dikin, bi armanca parastina hêza xwe jî Amerîka du firokeyên şer şandin wî bajarî.