Li ser pişkdarî ya Pêşmerge li şerr ê Daişê, serokatî ya Herêmê ragehandinekê belav dike

Serokatî ya Herêm a Kurdistanê ragehand: Herêm a Kurdistanê pabend a wan rêkevtinane ku berê di navber a Herêm a Kurdistanê û hikumet a Herêm a Îraqê û Hevpeymanan hebûye û her rêkkevtinek a din ku di ayînde de di navber a evan sê alîyan de bihê girêdan.

K24- Hewlêr

Serokatî ya Herêm a Kurdistanê ragehand: Herêm a Kurdistanê pabend a wan rêkevtinane ku berê di navber a Herêm a Kurdistanê û hikumet a Herêm a Îraqê û Hevpeymanan hebûye û her rêkkevtinek a din ku di ayînde de di navber a evan sê alîyan de bihê girêdan.

Deq a wê ragehandinê:

Li ser bi operasyûn a azadkirin a bajar ê Mûsilê û rol a hêz a Pêşmerge yê Kurdistanê û belvbûn a axivtin ên corbicor di mêdyayan de li ser evê yekê, em bi hemû alîyan diragehînîn:

Yekem: Şerr ê tîrorist ên Daişê ewlewîyet a serekî ya Herêm a Kurdistanê ye û di van dû salan de Pêşmerhge yên qehreman erk ên xwe bicih hînaye û efsane ya Daişê li ser dest ê Pêşmerge hat şikandin.

Dûyem: rizgakirin a bajar ê Mûsilê bo Herêm a Kurdistanê û Îraq û Cîhanê û deverê giringe û cihê bayex û pûtedanê ye û ji bilî alîyê serbazî, pêdivîye encam û derhavîêjte yên mirovî û sîyasî yên wê û bandor a wê li ser Herêm a Kurdistanê û Îraqê û dverê li ber çavan bihê girtin.

Sêyem: Li ba Herêm a Kurdistanê û pêkhateyan û xelk ê parêzgeh a Neynewa, qonax a piştî rizgarkirin a Mûsilê giringîyek a taybet heye û bo rêgirtinê ji dûbarevebûn a wan karesat ên bi ser pêkahate yên neteweyî û olî yên parêzgeha Neynewa hatîne û daku arîşe yên din ne serhilde û dilenahî ya temam bihê dan bi pêkahate yên parêzgeh a Neynewa û danîşvan ên bajar ê Mûsilê, pêdivîye rêkkevtinek a sîyasî di navber a alîyan de hebe li ser rêvebirin a bajar ê Mûsil û parêzgeh a Mûsilê.

Çarem: li ser rol a Pêşmerge li operasyûn a azadkirin a Mûsilê, Herêm a Kurdistanê pabendî wan rêkkevtinanene ku berê  di navber a Herêm a Kurdistan û hikumet a Îraqê û Hevpeyamanan hebûye û herweha her rêkkevtineka dî ku di ayînde de di navber a evan sê alîyan de bihê girêdan.

Serokatî ya Herêm a Kurdistanê

20ê/8ê/2016